Hims-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku yekîneyên polîsan li parêzgeha Himsê karîn toreke xapandina navneteweyî eşkere bikin, ku bi rêya reklamên elektronîk ên xapînok propagandaya tiştê ku jê re dibêjin “Dolarê cemidî” dikir.
Serokê beşa polîsên Beyade li Himsê Mistefa Dehman di daxuyanîyekê de îro pêncşemê dîyar kir ku lêkolîn piştî zêdebûna gilî û gazincên li ser reklaman dest pê kirin. Van reklaman îdia dikir ku tibabên “Dolarê cemidî” li cem wan hene û bi nîvê nirxê wî yê rastî difiroşin. Her wiha eşkere kir ku ev tor bi awayekî hîyerarşîk û bi hevahengîya bi kesên li derveyî Sûrîyê re kar dikir.
Wezareta Navxwe bang li welatîyên ku rastî kirdarên xapandinê yên wekhev hatine kir ku serî li beşên polîsan ên têkildar li Himsê bidin da ku endamên torê binasin û rênimayên yasayî temam bikin. Wezaretê her wiha hişyarî da ku welatî li pey reklamên xapînok ên li ser torên civakî neçin.