Hesekê-SANA
Şirketa Giştî ya Elektrîka Parêzgeha Hesekê, radighîne ku wê derîyê pêşkêşkirina daxwazên vegera ser kar ji bo wan karmendên ku ji ber beşdarîya xwe ya di Şoreşa Sûrîyê de ji kar hatibûn derxistin, vekiriye.
Rêveberê şirketê, Ekrem Silêman, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Pêncşemê dîyar kir ku kompanya dê ji 6ê vê Îlonê heta 20ê Îlona 2026an, dest bi wergirtina daxwaznameyên karmendan bike yên ku biryar wan li xwe digire, û bang li kesên pêwendîdar kir ku di heyama dîyarkirî de serlêdanên xwe pêşkêş bikin.
Silêman da zanîn ku ev agahdarî, wan karmendên ku di heyama di navbera 15ê Adara 2011an heta 24ê Kanûna Pêşîn a 2024an de ji kar hatine dûrxistin li xwe digire. Wekî din jî, divê kesê pêwendîdar li gorî forma pejirandî ya ji alîyê Şirketa Giştî ya Elektrîkê ve daxwaznameyeke nivîskî pêşkêş bike ku tê de daxwaza xwe ya vegera ser kar an sererastkirina mafên xwe bêyî vegerê dîyar bike, ligel wêneyekî ji nasnameya kesane, biryara dûrxistina ji kar, biryara tayînkirinê heke hebe, tevî hejmara telefonê.
Navborî tekez kir ku wergirtina daxwaznameyan di çarçoveya mekanîzmayeke birêxistî de tê ji bo lêkolînkirina rewşa karmendên ji kar hatine derxistin û wergirtina rêkarên pêwîst li gorî rêgezên pejirandî.