Wezareta Enerjîyê piştî arambûna asta ava çemê Feratê û peydabûna şert û mercên guncaw ji bo jinûvesazkirina alavên teknîkî û xizmetê yên ku di dema bilindbûna asta avê de bi tedbîrî hatibûn vekirin, ragihand ku heft statyonên avê li parêzgeha Dêrezorê bi tevahî dest bi xebatê kirine.
Statyonên ku vegerîyane xizmetê ev in: El-Kesre, El-Qesebî, Sifîrê (Xeta Gazê), El-Şe’fe, Ebû Hemam El-Ûla, El-Mecawide û Şihêla Rojava, ku li gundewarên rojhilat û rojavayê parêzgehê belavbûyî ne.
Wezaretê jî piştrast kir ku tîmên teknîkî xebatên xwe didomînin da ku statyonên mayî yên ku ji ber bilindbûna asta çem ji xizmetê derketibûn, dîsa bixin xebatê, û îşaret li amadebaşîya xwe ya bilind ji bo pêkanîna vî erkî kir.