Heseke-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan, Quteybe Bedewî, ji nêzîk ve li ketwara kar û asta amadebûna xebitandinê ya dergehê sînorî yê Til Koçerê (Ye’rubîyê), herêma azad a tê de, xizmetguzarîyên ji bo rêwîyan tên pêşkêşkirin û tevgera alûgora bazirganî nêrî.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku serokê desteyê çav li mekanîzmaya qedandina miameleyên rêwî û barhilgiran, û asta hevahengîya di navbera beşên karker de gerand, her wiha li ser pêdivîyên herî girîng ên teknîkî û îdarî rawestîya yên ku ji bo bilindkirina performansê û baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyan pêwîst in.
Bedwî tekez kir ku deste di cîbicîkirina plana xwe ya ji bo pêşxistina dergehên sînorî û bilindkirina şîyana wan a xebitandinê de berdewam e, bi awayekî ku li gorî geşbûna çaverêkirî ya di tevgera rêwî, kelûpel û tranzîtê de be, û di piştgirîkirina çalakîya aborî û bazirganî de beşdar bibe.