Heleb-SANA
Encumena Bajarê Babê li gundewarê rojhilatê parêzgeha Helebê, Rêveberîya Ewqaf û şaxê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê li parêzgehê, îro Duşemê li gel şirketa El-Şehabî peymana bicihanîna projeya (Bazara Serkeftinê) li bajarê Babê îmze kirin. Ev gav bi armanca xurtkirina veberhênanê û rêkxistina tevgera bazirganî li bajêr hat avêtin.
Îmzekirina peymanê bi amadebûna Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb, Alîkarê Wezîrê Ewqafê ji bo Karûbarên Weqfê Samir Beyreqdar, Berpirsê devera Babê Husên El-Şehabî û Serokê şaxê Desteya Veberhênanê ya Sûrî li Helebê Hazim Lutfî, ligel hejmarek ji karbidestên peywendîdar pêk hat.
Veberhêner Ebdulkerîm Zeydan El-Şehabî di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku proje dê li cihê “Sûq el-Hal” a berê were avakirin. Ew wekî yek ji projeyên bazirganî yên herî giring li bajarê Babê tê hesibandin û dê di navbera 900 heta 1000 derfetên kar ên rasterast û nerasterast dabîn bike.