Heseke-SANA
Tîmên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Hesekê, ji sibeha îro Çarşemê ve heta 5ê êvarê destwerdan di 6 agiran de kirin. Tîman agiran kontrol kirin û rê li ber belavbûna wan girtin; zîyanên agiran tenê madî bûn û tu birîndar nehatin tomarkirin.
Rêveberê Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Hesekê Ebdilhelîm Şihab ji peyamnêrê SANAyê re tekez kir ku tîm ji bo her rewşeke awarte di amadebaşîyeke tam de ne. Şihab dîyar jî kir ku agir li zevîyeke dirûnkirî li Til Birakê, li mêrgên Til Erqemê, li zevîyeke dirûnkirî li Til Enterê û li mêrg û gîyayên Serê Kanîyê, Şedadê û Til Koçerê derketine.
Ji hêla xwe ve, Alîkarê Rêveberê Çandinîyê li Hesekê Izedîn El-Heso da zanîn ku Rêveberîyê zîyanên şewatan li çend deveran tomar kirine. El-Heso dîyar kir ku xebatên destnîşankirin û nirxandina zîyanên ku gihîştine berhemên çandinîyê hîn berdewam dikin.






