Heleb-SANA
Firokexaneya Helebê ya Navdewletî îro Pêncşemê, pêşwazî li yekemîn geşta Kompanya “Jazeera Airways” a Kuweytî ku ji Firokexaneya Kuweytê ya Navdewletî hatibû û 120 rêwî tê de bûn, kir. Ev wekî destpêka xebata hêleke esmanî ya rêkûpêk e ku bajarê Helebê bi gelek deverên herêmê ve girêdide.
Serokê Beşa Ragihandinê li Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Mistefa Xeyrullah ji SANAyê re dîyar kir ku pêşwazîkirina vê geştê di çarçoveya hewldanên berdewam ên Desteyê de tê ji bo berfirehkirina tora veguhastina esmanî ber bi û ji bajarê Helebê û rakêşana hejmareke zêde ya kompanyên esmanî yên Erebî û navdewletî, da ku girêdana esmanî xurt bike û bijardeyên geştê yên berfirehtir ji bo rêwîyan dabîn bike.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Têkilîyên Giştî li Firokexaneya Helebê ya Navdewletî Welîd El-Ehmed da zanîn ku daketina vê geştê pêngaveke pêşketî ye ku rêveberîya firokexaneyê pê dixwaze tora geştên navdewletî berfireh bike.
El-Ehmed her wiha amaje pê kir ku di qonaxa niha de heftîyê du geşt ji bo “Jazeera Airways” ber bi Firokexaneya Helebê ve hatine dîyarkirin û biryar e ku ji 21ê Tîrmeha bê ve ev hejmar bibe sê geşt di heftîyê de, da ku bersiva daxwaza zêde bide.




