Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel serdana navendên dengdanê li parêzgeha Hesekê û navenda Kobanê (Eyn El-Ereb)ê li Helebê kir, ku biryar e hilbijartin sibe li wir werin lidarxistin.
Berdevkê komîteyê Newar Necme got: “Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, bi nûnertîya Dr. Enes El-Ebde, gihîşt parêzgeha Hesekê û ligel binkomîteyên berpirsên deverên hilbijartinê li parêzgeha Hesekê civîn pêk anîn.”
Necme her wiha anî ziman: “Komîteya Bilind a Hilbijartinan, bi nûnertîya endamên komîteyê Îmad Berq û Mihemed Welî, dê îro berê xwe bide devera Kobanê (Eyn El-Ereb)ê li parêzgeha Helebê, da ku proseya hilbijartinan bişopîne, navendên dengdanê kontrol bike û ji temambûna amadekarîyên lojîstîkî piştrast bibe.”