Gundewarê Şamê – SANA
Wezareta Veguhastinê planek ji bo amadekirinaNavenda Ruxsetên Ajotinê li bajarê Edrayê yê Gundewarê Şamê û avakirina gundekî trafîkê yê nûjen li wê deverê ragihand. Her wiha biryar hate girtin ku piştî qedandina karên amadekirinêdi nav vê salê de, Rêveberîya Navendî ya Ruxsetên Ajotinê ji Şamê veguhêzin avahîya vê navendê.
Ev navend wekî yek ji mezintirîn navendên pispor li Sûrîyê tê dîtin ku rûbera wê nêzîkî 500 hezar metreyên çargoşe ye, lê belê di sala 2013an de ji ber wêranî û xerabkirinê ji xizmetê derketibû.
Rêveberê Rêveberîya Ruxsetên Ajotinê Mihemed Mistefa El-‘Elûş, eşkere kir ku mesrefa destpêkê ya nûjenkirinê nêzîkî 2.5 mîlyar lîreyên Sûrî ye û dibe ku di nava şeş mehan bi dawî bibe.





