Heseke-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Dexlûdanê ya Sûrîyê Hesen Osman li ser çend navendên wergirtina genim li parêzgeha Hesekê gerîya. Osman di dema gera xwe de li rêveçûna karên wergirtin û bazarsazîya berhema genim nihêrî, ligel şopandina rewşa kar a îsal.
Sazîya Dexlûdanê îro Şemîyê bi rêya rûpela xwe ya Facebookê da zanîn ku vê gerê sîloyên Mêlebîyê û Sebah El-Xêrê li xwe girt. Di dema gerê de, Hesen Osman mekanîzmayên wergirtin û rêkxistinê yên navendan şopandin, ligel asta amadebaşîya wan ji bo pêşwazîkirina berhem ji cotkaran da ku leza bidawîkirina karên wergirtina berhemê were garantîkirin.
Her wiha navborî bi hejmarek cotkaran re civîya û guhdarî li nêrîn û têbînîyên wan ên têkildarî operasyonên bazarsazîyê û kêşe û astengîyên wan kir, ku li wir tevdîrên pêwîst ji bo çareserkirina hinekan ji wan hatin wergirtin.





