Îdlib-SANA
Tîmeke pizîşkên Sûrî yên ku li Almanyayê dimînin, çend neştergerîyên taybet ji bo rastkirina xwarbûna stûna piştê “cenef” li cem zarokan di nexweşxaneya zanîngeha Îdlibê de bi hevkarîya Komeleya Pizîşkî ya Sûrî-Almanî (SGMA) encam dan, ev yek jî di çarçoveya kampanyeke pizîşkî de tê ku armanca wê sivikirina êşa nexweşan e.
Di neştergerîyê de amûra pîvandina nîşana demarî wek cara yekem li Sûrîyê hat bikaranîn, ku ew teknîkeke pêşketî ye û rê dide tîma neştergerîyê ku di dema karê neştergerîyê de piştrast bin ji saxlemîya sîstema demarî ya nexweş, ev yek jî wek destkeftîyeke pizîşkî ya girîng tê destnîşankirin ku rêjeya serkeftina van neştergerîyên aloz ên ku saetên dirêj didomîne bilind dike.
Pizîşkê şêwirmend Zîyad Cî’an tekez kir ku nexweşxaneya Zanîngeha Îdlibê xwedî amûrên nûjen û kadroyên pizîşkî yên pispor e ku dikarin li ser rewşên dijwar ên bi vî rengî bisekinin, û destnîşan kir ku nexweşxane van emelyatên biha bi piştgirîya rêxistinên herêmî û navdewletî belaş ji nexweşan re pêşkêş dike.
Ji alîyê xwe ve, Dr. Heysem El-Ehmer bal kişand ser girîngîya van pêngavan di danûstandina ezmûnan de di navbera pizîşkên Sûrî yên li derveyî welat û kadroyên herêmî de, û pêşxistina şarezayîya tîmên nîştimanî di encamdana neştergerîyên pispor de, û daxwaza berdewamîya van serdanan kir da ku pêşkêşkirina baştirîn asta çavdêrîya tenduristîyê were misogerkirin.




