Quneytira – SANA
Tîmên Parastina Sivîl agirekî ku li nav zevîyên çandinîyê yên nêzîkî Herêma Pîşesazîyê, ya di navbera her du bajarokên Xan Ernebe û Eyn El-Nûrîyê de li gundewarê bakurê Quneytirayê derketibû, vemirand.
Endamê Parastina Sivîl, Ebdulmecîd Kebûl, dîyar kir ku tîmên agirkujîyê yekser piştî agahdarkirina ji alîyê xelkên deverê ve berê xwe dan cihê bûyerê û berî ku agir belav bibe ew dorpêç kir. Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku agir nêzîkî 10 donimên zevîyên bi-gîya şewitandin. Kebûl tekezî li ser cîbicîkirina karên sarkirinê, kontrolkirina herêmê kir da ku agir cereke din geş nebe, û destnîşan kir ku zûbûna bersivdayînê zîyan kêm kirin.
Tîmên Parastina Sivîl di werza havînê de, ji bo bersivdana şewatên gîyayan û parastina zevîyên çandinîyê û sazîyan, kar û bizavên xwe berdewam dikin.

