Heseke-SANA
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, li ser bingeha fermana Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê û ji bo dabînkirina berjewendîya giştî, biryarek derbarê pêkanîna Ofîsa Cîbicîkar a Demkî ya Encumena Bajarê Qamişloyê derxist.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê duh Duşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev nivîsgeha demkî ji 9 endaman pêk tê; serokê encumena bajêr û cîgirê wî jî di nav wan de ne.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku ev nivîsgeh dê hemû erk û desthilatên Encumena Bajarê Qamişloyê û ofîsa wê ya cîbicîkar ên ku di yasa û rêziknameyên têkildar de hatine dîyarkirin, bi cih bîne.