Reqa-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê îro Înîyê termê zarok û ciwanekî ku li parêzgeha Reqayê di çemê Feratê de xeniqîbûn, derxistin.
Her wiha tîmeke din karîbû laşê ciwanekî ku doh li gundê El-Xanim El-Elî xeniqîbû, derxe û radestî navenda tendirustîyê ya gund bike da ku Karûbarên qanûnî yên pêwîst pêk werin.
Tîmên Parastina Sivîl berdewam hişyarîyê didin ku hemû çem, gol, kanal û bendavên li Sûrîyê ji bo avjenîyê ne guncaw û gelek xeternak in, bi taybetî ji bo zarokan.