Hesekê-SANA
Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Hesekê ragihand ku tîmên wê bersiv dane 13 şewatên ku duh Înê li çend herêmên parêzgehê derketibûn, û karîbûn wan bixin bin kontrola xwe û rê li ber belavbûna wan bigirin, û zîyan jî tenê madî bûn.
Rêveberîyê li gorî ku Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê veguhastiye, dîyar kir ku şewat hem li nav zevîyên genim, zevîyên hatî çinîn, û hem jî li nav gîya û kayê li herêmên Tel Hemdî, El-Mehmûdîyê, Til Hemîs, Til Sehn, El-Derdara, Gundê El-Muntefi’în, Sibêx, El-Cedîde, El-Hiwêra, El-Ilyanîyê, Ebdan û Um El-Rûs bûn.