Şam-SANA
Bi piştgirîya şênîyên deverê tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, hemû agirên ku duh Sêşemê li parêzgeha Hesekê derketibûn kontrol kirin. Ev agir gihîştibûn berhemên genim, gîyayên hişk û bermahîyên çandinîyê, lê ti zîyanên canî nehatin tomarkirin.
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê ragihand ku zêdetirî 40 tîmên vemirandina agir beşdarî operasyonan bûne. Wî destnîşan kir ku hejmara cihên ku agir lê derketibû ji 35an zêdetir bû û bi dehan navendên agir li deverên cuda cuda yên parêzgehê belav bûbûn.
Wezîr El-Salih dîyar kir ku mercên keşûhewayê yên mîna bilindbûna pileyên germê û bayê xurt, ligel belavbûna gîya û strîyên hişk, bûn sedem ku agir bi lez li ser rûberên berfireh belav bibe.