Dera-SANA
Hêzên Îsraîla Dagîrker îro Şemîyê derbasî derdora Wadî El-Reqad li gundewarê Derayê yê rojava bûn.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku hêzeke ser bi dagîrkerîyê ve ku ji sê alavên leşkerî û hejmarek endamên peyade pêk dihat, ji bo zêdetirî nîv saetê derbasî deverê bûn.
Her weha zêde kir ku: Endamên peyade di derîyê Til Ebû El-Xîsar re derbas bûn, û ber bi destpêka rêya Wadî El-Reqad ve di nava devera Hewd El-Yermûk de pêş ketin, di heman demê de wesayîtên leşkerî ber bi devera Seyl Ebû Omer ve çûn.