Quneytira-SANA
Navenda Posteyê ya Quseybeyê li gundewarê Quneytirayê yê başûr, îro Yekşemê, dest bi guhertina diravê kevn bi yê nû kir. Ev gavek e, ku armanc dike gihîştina welatîyan bi xizmetguzarîyê hêsan bike û barê çûnûhatina bo navenda parêzgehê sivik bike.
Rêvebera navendê Nehîl Silêman, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê zelal kir ku destpêkirina xizmetguzarîyê li Navenda Posteyê ya Quseybeyê ji bo dabînkirina pêdivîyên şênîyên gundewarê başûr û gundên derdorê tê, û dem û keda wan diparêze, her wiha bal kişand ser wê yekê ku navendê ji saetên destpêkê yên destpêkirina kar ve şahidîya pêşwazîyeke baş ji alîyê welatîyan ve kiriye.
Navborî lê zêde kir: Proseya guhertinê li gorî rêkarên pejirandî û bi hêsanî tê encamdan, û tekezî li ser berdewamîya pêşwazîkirina welatîyan di dema karê fermî de kir heta bidawîbûna mohleta dîyarkirî ya ji bo guhertina diravê kevn di 30ê Tîrmeha bê de.



