Heleb-SANA
Balafirgeha Navdewletî ya Helebê, pêşwazî li yekemîn geşta “Dan Air” a Romanyayê ya ku ji Buxarestê dihat kir, wekî destpêkirina geştên wê yên birêkûpêk bo Helebê, ev yek piştî salekê ji destpêkirina geştên wê yên bo Balafirgeha Navdewletî ya Şamê hat.
Serokê Daîreya Ragihandinê li Desteya Balafirvanîya Sivîl, Mistefa Xeyrullah, dîyar kir ku ev berfirehbûn nîşana zêdebûna bawerîya kompanyên firokvanîyê yên Ewropî bi sektora Balafirvanîya Sûrîyê ye, û her wiha pêşketina amadebûna binesazîya balafirgehan, nîşan dide.
Xeyrullah tekez kir ku hewldan berdewam in ji bo anîna kompanyên nû û vekirina xetin din, da ku pêgeha Sûrîyê li ser nexşeya veguhastina ezmanî vegere, û tora wê ya girêdana navdewletî were berfirehkirin, bi awayekî ku piştgirîya liv û tevgera aborî û geştyarîyê û pêvajoya geşepêdanê bike.