Heseke-SANA
Îro Duşemê, du leşkerên Artêşa Sûrîyê şehîd bûn û hinekên din birîndar bûn, ji ber êrîşeke xedar ku otobûseke veguhastina leşkeran li gundewarê Hesekê kiribû armanc.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Parastinê ji bo SANAyê eşkere kir ku hin kesên nenas gule berdan otobûsê li rojavayê sayloyên El-Alîyayê li gundewarê Hesekê, ku di encamê de du leşker şehîd bûn û hejmarek leşkerên din jî birîndar bûn.