Îdlib-SANA
Îro Şemîyê, bi çavdêrîya Wezareta Çandê li Navenda Çandî ya bajêr, çalakîyên gera çaremîn a Pêşangeha Pirtûkan a Îdlibê bi beşdarîya nêzîkî 100 weşanxane û pirtûkxaneyên ji Sûrîye, Libnan, Îmarat, Tirkîye û çend welatên din dest pê kir.
Pêşangeh heft rojan dê berdewam bike û egera dirêjkirina wê jî heye. Tê de weşanxaneyên xwecihî, Erebî û navdewletî beşdar in ku derdora 100 hezar sernavî pêşkêş dikin.
Her wiha pêşangeh bernameyeke dewlemend a semîner, îmzekirina pirtûkan û çalakîyên çandî û hunerî yên curbicur li xwe digire, ligel çalakîyên dîtir ku xwendekar, lêkolîner, zarok û malbatan dikin armanc.
Di vekirina pêşangehê de şandeyeke fermî amade bû ku tê de Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Salih, Wezîrê Ragihandinê Xalid Ze`rûr, Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, Parêzgarê Îdlibê Mihemed Ebdilrehman, Şêwirmendê Serokatîya Komarê bo Karûbarên Ragihandinê Ehmed Miwefeq Zeydan û Şêwirmendê Serokatîya Komarê bo Karûbarên Olî Ebdilrehîm Etûn amade bûn.
Her wiha li kêleka wan jî kesayetîyên hikûmî, çandî û civakî digel rêveberên sazî û dezgehên fermî û rêveberên deveran li parêzgeha Îdlibê beşdar bûn.











