Laziqîye-SANA
Bajarokê Silinfê li gundewarê Laziqîyê wekî yek ji girîngtirîn navendên geştyarî yên Sûrîyê tê hesibandin, ku tê de xwezaya çîyayî ya bêhempa tev li keşûhewaya hênik û binesazîya xizmetguzarîyê ya hevgirtî ji otêl, xwaringeh û navendên bêhnvedanê dibe.
Di salên dawî de, herêmê geşepêdaneke girîng dît ku ew jî projeya “Zip Line” e. Vê projeyê rûyekî nû da geştyarîya serkêşîyan û alîkarî kir di kişandina hejmareke mezin a geştyarên ku li kelecan û heyecanê di nav xwezaya herêmê ya dilrevîn de digerin.








