Reqa-SANA
Di çarçoveya xebatên bilindkirina asta amadebaşîyê û bersivdana bûyerên xeniqînê û rewşên awarte yên di nav avê de, Tîmên Parastina Sivîl li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Reqayê, xuleke perwerdeyê ya pisporîya di warê rizgarkirina ji xeniqîna nav avê bi dawî kir, tê de 13 kes ji kadroyên parêzgehên Reqa û Hesekê hatin perwerdekirin û 10 rojan berdewam kir.
Kesên beşdar gelek rahênanên teorîk û pratîk di wê dema kurt de wergirtin; alîyê teorîk li baregeha rêveberîyê bû, û bêhtir li ser prensîbên avjenîya bin avê û rizgarkirinê, bikaranîna amûran, rêgezên ewlehîyê û metirsîyên operasyonan, rawestiyan.
Ji alîyekî din ve, beşê pratîk li Çemê Firatê hat encamdan û tê de pêkanînên melevanî û avjenîya bin avê ya azad, bikaranîna amûra “Scuba”, rahênanên bilindkirina şîyana laşî, ligel pêkanîna operasyonên ku dişibin derxistina kesên xeniqî bi bikaranîna mirovekî destçêkirî ji bo perwerdeyê bi armanca pêşxistina şarezaya lêgerîn û rizgarkirina li meydanê li gorî pîvanên teknîkî, cih girtin.
Ev xule di çarçoveya plana Parastina Sivîl a Sûrîyê de tê, ji bo xurtkirina karînên kadroyên xwe û bilindkirina asta bersivdana lezgîn, da ku kes nemire û pêşkêşkirina xizmetên rizgarkirinê bi karîgerîyeke bilind di dema rewşên awarte de li ser rûyê avê misoger bike.




