Şam-SANA
Rêveberîya Ewqafê ya li Parêzgeha Şamê ragihand ku wan erdekî weqfê yê ji bo avakirina mizgeftekê li devera Mezeyê hatiye veqetandin wergirtiye. Ev erd li ser rûberekî ku digihîje 1500 metreyên çargoşe, li hemberî Navenda Çandî ya li rojavayê Wezareta Ragihandinê dikeve, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina karên avakirinê di demeke nêzîk de.
Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê duh Înê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku Rêveberîya Şamê di dawîya sala 2007an de moleta yekem a avakirinê bi dest xistibû, lê zextên ewlehîyê yên rasterast ji alîyê Şaxê Ewlehîya Sîyasî yê ser bi rejîma berê ve, bûn sedema rawestandina kar û cemidandina vî projeyî ji bo salên dirêj.
Wezaretê tekez kir ku niha nexşeyên endezyarîyê yên projeyê di bin çavdêrîya rasterast a wezaretê û şopandina hûr a Ofîsa Teknîkî ya di rêveberîyê de hatine temamkirin, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina karên avakirinê di demeke pir nêzîkî de.