Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker derbasî gundewarê Quneytirayê yê başûr û bakur bûn û pênc ciwan girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke Îsraîla dagîrker piştî nîvê şeva borî derbasî gundê Seyda El-Hanût li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû, ku ciwanek girt û ew ber bi erdê dagîrkirî ve bir.
Her weha hêzeke din ya Îsraîla dagîrker, ku ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, piştî nîvê şeva borî derbasî bajarokê Cebata El-Xeşeb li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû û 4 ciwan ku di nav wan de zarok jî hene girtin.