Gundewarê Helebê – SANA
Desteya Niştimanî ya Windayan roja pêncşemê ragihand ku ew vîdyoyên goristaneke bikom li Sifîrê ya gundewarê Helebê dişopînin, di heman demê de nûçegihanê SANAyê piştrast kir ku li gundê Mezreet El-Rahib goristanek hatiye dîtin ku bermahîyên 55 kesan tê de ne, ku di nav wan de jin û zarok jî hene.
Desteyê bi hevahengîya ligel alîyên xwecihî dest bi rêkarên piştrastkirin û nirxandina meydanî ya cihê goristanê û ewlekirina wê kiriye. Her wiha tekezî li ser peywendîya bi hestyarîya mirovî û yasayî kiriye ji bo parastina rûmeta qurbanîyan, parastina mafên malbatên wan di zanîna rastîyê de û parastina silametîya delîlan.
Desteyê nêzîkbûna ji cihê goristanê yan belavkirina agahîyên nepiştrastkirî qedexe kiriye da ku silametîya rêkaran misoger bike. Her wiha pabendîya xwe nîşan daye ku raya giştî û malbatên windayan bi awayekî pîşeyî û bi rêzgirtina ji mafên qurbanîyan re li ser pêşhatên nû agahdar bike.