Dêrazor – SANA
Şaxê Ewqafê li gundewarê rojavayê Dêrazorê, îro Pêncşemê, şahîyeke xelatkirinê ji bo xwendekarên Quranê yên kur û keç di peymangehên Quranê yên li gundewarê rojavayê parêzgehê de, li yarîgeha bajarokê Şimêtîyê li dar xist.
Rêveberîya Xelekên Perwerdehîyê di Ewqafa Dêrazorê de 2000 xwendekarên kur û keç ji ber ezberkirina hinek cuz’ên Quranê di xula zivistanê de xelat kirin, ligel 4 xwendekarên ku destûra ezberkirina hemû Quranê wergirtine. Di heman demê de, rêveberê Daîreya Xelekên Perwerdehîyê di Ewqafa Dêrazorê de Fîras El-Zahir tekezî li ser girîngîya ezberkirin û têgihiştina Quranê kir.
Hêjayî gotinê ye ku bajarokê El-Cirzî li rojhilatê Dêrazorê, di 11ê meha borî de li jêr sernavê “Quran me dicivîne” de, şahîyeke xelatkirinê ji bo 3 hezar xwendekaran dîtibû, ku di nav wan de 120 hafizên Quranê yên jin û mêr hebûn.