Gundewarê Şamê-SANA
Komxebata ku Wezareta Geşepêdana Îdarî îro Pêncşemê li parêzgeha Gundewarê Şamê li dar xist, giranî da ser rêyên veguhertina sazûmanî û mekanîzmayên cîbicîkirina wan li ser asta herêmî. Ev komxebat bi amadebûna Wezîrê Geşepêdana Îdarî Mihemed Hesan El-Sikaf, Parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx, rêvebirên sazîyên giştî û serokên beşên geşepêdana îdarî li parêzgehê birêve çû.
Wezîr El-Sikaf dîyar kir ku rewşa îdarî hîna rûbirûyî hejmarek kêmasîyên binyadî dibe, ev yek jî dixwaze ku kar li ser cîbicîkirina nexşerêyeke veguhertina îdarî ya giştî bê kirin, ku li ser bingeha sererastkirina sîstema qanûnî û rêxistinî ye.

Ji alîyê xwe ve, Parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx tekez kir ku stûna sereke ya her proseyeke pêşketinê ya serkeftî xwe dispêre kadroyên şareza û xwedî şîyan. Her wiha tekezî li ser pêwîstîya yekkirina hewldanan di navbera alîyên cuda de kir ji bo pêşxistina parêzgehê li ser hemû astan.









