Qamişlo – SANA
Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê, li jêr dirûşmeya “Nivîskarî berpirsîyarî ye” û bi beşdarîya nivîskar, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kongreyê xwe yê heftemîn li bajarê Qamişloyê li dar xist. Di axaftinên vekirinê de, tekezî li ser girîngîya rola rewşenbîr di şopandina guherînên li Sûrîyê û xurtkirina hebûna çandî ya Kurdî hate kirin.
Di rûniştina girtî de, beşdaran guhertinên di rêziknameya yekîtîyê de nîqaş kirin, ku tê de yekkirina hin şaxan û xurtkirina hevahengîyê bi yekîtî û sazîyên çandî yên li Şam û hemû herêmên Sûrîyê re cih digirt.

Kongre bi hilbijartina nivîskar Qadir Egîd wekî serokê yekîtîyê, ligel desteyeke rêveber a nû ku ji heft endaman pêk dihat, bi dawî bû. Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê ku di sala 2013an de hatiye damezirandin, yek ji sazîyên çandî yên serbixwe yên herî girîng li Sûrîyê ye, endamê wê bêtirî şêst nivîskarî ne, û her sal gelek çalakîyên edebî û çandî li dar dixe.

