Quneytira – SANA
Hêzên Îsraîla dagirker îro Pêncşemê derbasî gundê Seyda El-Colan ê li gundewarê başûrê Quneytirayê bûn; li wir ciwanek girt û malên welatîyan teftîș kirin.
Li gundewarê bakur jî, dagirkerîyê bi topbaranê derdora gundê El-Semdanîye El-Xerbîye û bajarokê Cibata El-Xeşeb amanc girtin. Ev êrîş piştî rojekê ji derbasbûneke weke wê û pişkinîna kargehên li herêma Xan Ernebe pêk hat.
Ev liv û tevger di çarçoveya rêzeêrîşên berdewam ên Îsraîlê û binpêkirina peymana Veqetandina Hêzan ya 1974 de ne, ku bi rêya serdegirtin û xerabkirina zevîyan tên kirin.
Ji alîyê xwe ve, Sûrîyê daxwaza xwe ya ji civaka navdewletî nû kir ku berpirsîyarîyên xwe ji bo sekinandina dagirkerîyê hilgirin. Her wiha tekez kir ku hemû pêngavên dagirkerîyê yên li başûrê Sûrîyê ji alîyê qanûnî ve betal in û daxwaza vekişîna Israîlê ya tam ji axa xwe kir.