Hims-SANA
Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir karî hewldana veguhastina barekî mezin ê hebên hişbir ên Keptagonê li ser rêya Şenşarê li gundewarê Himsê, îro Yekşemê pûç bike. Ev yek piştî operasyoneke ewlekarîyê ya hûr pêk hat ku yek ji torên herî metirsîdar ên bazirganî û belavkirina madeyên hişbir li hundirê welêt kiribû armanc.
Jêderekê ewlekarî ji SANAyê re dîyar kir ku di encama operasyonê de 5 endamên torê hatin girtin, ku jinek jî di nav de heye, her wiha dest li ser birekî mezin ê madeyên hişbir hate danîn.
Lêpirsîn ji bo eşkerekirina hemû hûrgulîyên vê torê û naskirina endamên din ên têkildar berdewam dikin, da ku radestî dadgehê bên kirin û cezayê xwe yê dadmend bistînin.







