Heleb – SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li bajarê Helebê komikeke ku ji 16 kesên destên wan di dizîna otomobîlan de hebû girt. Ev yek jî piştî lêkolîn û şopandinên hûr hat ku di encamê de ew li her du bajarên Heleb û Reqayê hatin desteserkirin.
Wezareta Navxwe, duh Înê, dîyar kir ku lêpirsînên destpêkê nîşan dane ku endamên komikê destê wan di dizîna nêzîkî 15 wesayîtan de heye, ku çar kesên sereke serkêşîya wan dikin û karê cîbicîkirina operasyonên dizîyê û firotina tiştên dizî girtine stûyê xwe.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku alîyên peywendîdar karîne çar wesayîtan vegerînin û radestî xwedîyên wan bikin, di heman demê de rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê kesên girtî de berdewam in, wekî amadekarîyekê ji bo radestkirina wan bo dadgeha pispor.


