Şam-SANA
Sendîkaya Endazyarên Sûrîyê avakirina Komîteya Teknîkî ya Navendî ya Bilind a Endazyarîya Petrol û Gazê ragihand. Armanc ji vê yekê xurtkirina rola kadroyên endazyarîyê ye di qonaxa nûkirin û pêşxistina sektora enerjîyê de, bi awayekî ku ligel daxwazên qonaxa bê bigunce.
Serokê Komîteya Navendî ya Neft û Gazê di Sendîkaya Endazyaran de Dr. Muhleb Dawûd, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê tekez kir ku avakirina komîteyê di çarçoveya dîtina sendîkayê de tê ji bo xurtkirina hebûna kadroyên niştimanî di proseya avakirina sektora enerjîyê de. Wî destnîşan kir ku sektora neft û gazê yek ji stûnên bingehîn e di piştgirîya aborîya niştimanî de.
Dawûd bal kişand ser wê yekê ku komîte di xebata xwe de wê pêşgavîyên zelal û bicihkirî dîyar bike. Di qonaxa yekem de, komîte wê giranîyê bide ser nirxandina rewşa kadroyên endazyarîyê, destpêkirina destpêşxerîyên taybet di warên nirxandin û rahênanê de, û avakirina bingeheke daneyên pîşeyî ji bo endazyaran.