Hesekê-Sana
Nûnerê Serokatyê yê ji bo şopandina pêkanîna bendên Peymana 29ê Kanûna Duyem bi “HSD”ê re, Emîd Zîyad El-Ayîş, bi Fermandarê “HSD”ê Mazlûm Ebdî re li bajarê Hesekê civîya.
Di hevdîtinê de şopandina pêvajoya tevlîbûna nava sazîyên dewletê, berdana girtîyan, û mekanîzmaya radestkirina girtîgehan ji bo dewletê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha mijara misogerkirina vegera koçberan bo gundên wan li gundewarê rojavayê Til Ebyadê li Reqayê, bajarê Efrîn û Hesekê hate gotûbêjkirin.
Ev civîn bi amadebûna Rêveberê Rêveberîya Karûbarên Sîyasî li parêzgehê, Ebas Husên pêk hat.