Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker îro Çarşemê derbasî deverên gundewarê Quneytirayê yê başûr bû.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji pênc wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî mezre’eya Eyn El-Qadî li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû, û çend xanî teftîş kirin, paşê ji deverê vekişîya.
Her weha nûçegihanê SANAyê destnîşan kir ku hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji çend wesayîtan pêk dihat, derbasî gundê El-Semedanîye El-Şerqîye li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû, û xaleke kontrolê ya demkî danî berî ku ji deverê vekişe.
Sûrîye bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlê ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne, û bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyarîyên xwe bigire û li dijî kiryarên dagîrkerîyê bisekine, û wê neçar bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe.