Heleb-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrî yên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Helebê, termê Karkerê ku di bin kavilên avahîyekê de mabû derxist, piştî ku ew avahî di dema xebatên nûkirinê de li devera Şeqîf a parêzgeha Helebê herifî.
Parastina Sivîl îro Pêncşemê di rêya kenala xwe ya Telegramê re dîyar kir ku li gorî zanyarîyên destpêkê, 4 karker ji alîyê welatîyan ve ji bin kavilan hatin derxistin û ji bo wergirtina çareserîya bijîşkî ya pêwîst bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Li alîyê din, tîmên rizgarkirinê dest bi xebatên lêgerîn û bersivdayînê kirin, heta xwe gihandin karkerê asêmayî, termê wî derxistin û ji bo tedbîrên qanûnî yên pêwîst radestî nexweşxaneyê kirin.