Siweyda-SANA
Parêzgarê Siweydayê Mistefa El-Bekûr tekez kir ku komikên deryasayî li Siweydayê terora xwe berdewam dikin di demekê de ku tê çaverêkirin dadwerî lê serwer be û ala azadîyê lê bilind bibe; çiku ew wateya welat û girêdanê nas nakin û li dijî her dengekî azad şer dikin.
El-Bekûr gotina xwe wiha domand: “Ev komika ku sûdê ji tevlîhevîyê dibîne, li ser êş û azarên xelkê dijî û ji bo têkdana hemû çareserîyan kar dike. Ew ji aramîyê ditirsin, ji ber ku aramî dîroka wan a talankirin û kirêgirtina li ser hesabê welêt eşkere dike.”
Sibeha roja Sêşema borî, çekdarên komikên “Pasevanên Niştimanî” bi ser cihê lidarxistina konferansa destpêşxerîya “Vîna Azad” de girtin, ku li hotêla “El-Amir” li bajêr bi beşdarîya 70 çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr û hunermendan dihat lidarxistin. Çekdaran hejmarek ji beşdaran girt, li wan xist û zîyan gihandin milk û kelûpelên cihê civînê.