Reqa-SANA
Parêzgerê Reqayê serokatîya civînekê kir ku tê de mekanîzmayên firotina berhemê genim ê îsal û piştgirîya cotkaran hatin gotûbêjkirin. Rêveberê Çandinîyê ragihand ku cara yekem e platformeke elektronîk ji bo birêkûpêkkirina firotinê û hêsankirina rêkaran tê destpêkirin.
Di civînê de qonaxên firotinê hatin gengeşekirin; ev qonax ji dayîna belgeya jêderê bi rêya kontrolkirina bi çavan dest pê dike, dûvre destnîşankirina dorê bi rêya platforma elektronîk re, ta digihîje rêkarên darayî, ku ev yek hevahengîyê ji bo hêsankirina proseya firotinê xurtir dike.
Ji alîyê xwe ve, cotkaran hinek pirsyarên derbarê platformê de anîn ziman û daxwaza dabînkirina semadê û zêdekirina sotemenîya piştgir ji bo patozan kirin da ku lêçûnên çinînê kêm bibin.
Her wiha tekezî li ser pêwîstîya ragihandina bihayên berhemên stratejîk mîna genim û pembo berî werza çandinîyê ji bo danîna planan bi awayekî baş kirin, bi awayekî ku têkeve xizmeta sektora çandinîyê û ewlehîya xwarinê ya parêzgehê de.