Hims – SANA
Dêra Pêxember Yuhanna El-Me’medan a mezheba Rûm Ortodoks li bajarokê Qetîneyê yê li başûrê rojavayê gundewarê Himsê, îro Yekşemê nimêj û qudasên Cejna Vejînê ya pîroz di nav girseyeke bawermend û pîrozkeran de li dar xist.
Dêra Pêxember Yuhanna El-Me’medan li Qetîneyê, “Hefteya Mezin” bi qudasa Cejna Vejînê di nav atmosfereke aram de bi dawî kir, tevî duayên ku aştî li seranserî Sûrîyê û cîhanê belav bibe, û şênîyan kêfxweşîya xwe bi pîrozbahî û pîrozkirina cejnê anîn ziman.
Dêr û perestgehên mezhebên Xiristîyan ên ku peyrewên salnameya rojhilatî ne, îro li hemû gund, bajarok û herêmên Himsê û parêzgehên din, di nav atmosfereke aram û hêsan de, şahidê lidarxistina nimêj û qudasên Cejna Vejînê ya pîroz in.





