Tertûs-SANA
Kompanya Petrolê ya Sûrîyê ragihand ku hejmarek tankerên neftê li lengergeha petrolê ya Banyasê hatine pêşwazîkirin. Tîmên girêdanê yên pispor dest bi karên girêdan û valakirina hejmarek tankeran kirin, di heman demê de tîmên wê amade ne ku dest bi karên valakirina hejmareke din a tankerên neftê bikin. Ev yek di çarçoveya hewldanên domdar de ye ji bo dabînkirina berhemên neftê û belavkirina wan li bazaran.
Kompanyê bal kişand ser pêşwazîkirina hejmareke din a tankerên neftê ji bo amadekirina destpêkirina karên valakiririnê.
Hêjayî gotinê ye ku bendera petrolê ya Banyasê bi qonaxan tankerên berhemên neftê pêşwazî dike, bi armanca berdewamîya herikîna berhemên neftê û gaza malan di nav bazaran de, ji bo kêmkirina qelebalixîyê û dabînkirina hebûna wan a hertimî.


