Reqa-SANA
Şaxê Sazîya Dexlûdanê ya Sûrîyê li Reqayê 17 navend ji bo wergirtina berhema genim a vê werzê veqetandin. Ev navend li seranserî herêmên parêzgehê hatine belavkirin, bi mebesta hêsankirina pêvajoyên kirîn û firotina berhemên cotkaran.
Rêveberê Şax Ebdulkerîm El-Casim di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê tekez kir ku li gorî texmînên destpêkê yên Rêveberîya Çandinîyê, hilberîna genim li ser asta parêzgehê di vê werzê de di navbera 500 û 600 hezar tonî de tê çaverêkirin.
El-Casim bal kişand ser berdewamîya amadekarîyên wergirtina werza genim li parêzgeha Reqayê, ku amadekirina pêdivîyên navendan li xwe digire. Her wisa xuleke teknîkî ya jimêryarîyê ji bo karkeran hat lidarxistin da ku asta amadebûna wan di vê werzê de were bilindkirin.




