Tertûs-SANA.
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê di Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de li parêzgeha Tertûsê, berbanga îro Sêşemê agirê ku di kargeheke çêkirina naylonê de li nêzîkî kargeha çementoyê li derdora bajêr derketibû, vemirand.
Parêzgeha Tertûsê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku tîmên Berevanîya Sivîl karîbûn agirê pêketî bi temamî kontrol bikin, paşê operasyonên sarkirinê yên pêwîst pêk anîn da ku rê li ber dubarebûna wê bigirin, û di heman demê de li ser ewlekirina cih bi awayekî dawîn xebitîn, û tekez kir ku agir nebûye sedema ti zîyanên canî.