Şam-SANA
Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Niştimanî ya Bûyerên Siwêdayê, Dadwer Hatim El-Neʼsan, tekez kir ku Dozgerîya Giştî ya Leşkerî dest bi şandina kesên ku destê wan di bûyerên sala borî de yên li parêzgehê heye, bo Dadwerê Lêpirsînê û Dadgeha Tawanên Leşkerî ya li Şamê kiriye, û Dadgehê dest bi rûniştinên xwe yên eşkere di yekê vê Tîrmehê de bi garantîya dadgehkirineke dadperwer, kirine.
El-Neʼsan dîyar kir ku armanca dadgehkirinên eşkere ew e ku lîpirsîneke qanûnî û bê cudahî bê kirin, da ku wekhevî pêk were û mafên welatîyan werin parastin.
Her wiha anî ziman ku komîte bi guhdaneke mezin dozên hatine şandin dişopîne, nexasim bûyera “El-Metûne” ya ku hejmarek sivîl tê de jîyana xwe ji dest dabûn. Ev yek li gorî pêşnîyarên komîteya ku bi biryara Wezîrê Dadê di 31ê Tîrmeha 2025an de hatibû avakirin, tê kirin, ji bo naskirina rastîyê, sizadana tawanbaran û çespandina serwerîya qanûnê.