Şam- SANA
Desteya Niştimanî ya Kalîte û Bawerdarîyê li Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ragihand ku ezmûna niştimanî ya hevgirtî ya bijîşkîya diranan, ku biryar bû îro pêncşemê were kirin, tenê ji bo xwendekarên li bajarê Helebê hat bipaşxistin.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê îro eşkere kir ku ev bipaşxistin ji ber rewşa niha li parêzgeha Helebê û ji ber mercên awarte yên ku xwendekar li wir tê re derbas dibin, hat girtin.
Desteyê amaje kir ku ezmûna niştimanî li parêzgehên din ên Komara Erebî ya Sûrîyê û li hemû navendên derveyî welêt di dema xwe de berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Helebê duh êvarî ragihandibû ku rawestandina perwerdeyê di dibistan û zanîngehên hundirê bajêr de ji bo îro pêncşemê hatiye dirêjkirin. Ev biryar ji ber berdewamîya rewşa niha û ji bo parastina ewlehîya giştî hat, piştî gurkirina mezin a êrîşên rêxistina HSDê.