Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Sazîya Pirkirina Tov li Derayê Dest bi Firotina Tovê Genim bo Cotkaran Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Deraa > Sazîya Pirkirina Tov li Derayê Dest bi Firotina Tovê Genim bo Cotkaran Dike

Sazîya Pirkirina Tov li Derayê Dest bi Firotina Tovê Genim bo Cotkaran Dike

Hat weşandin: 2025/12/01 10:38 PM
Hat nûkirin: 2025/12/01 10:38 PM

Dera-SANA

Şaxê Sazîya Giştî ya Pirkirina Tov li Derayê dest bi belavkirina tovê genim li ser cotkar û komeleyên cotkaran kir, ji bo dabînkirina pêdivîyên cotkaran di demsala çandinîyê ya 2025-2026an de.

Serokê Beşa Bazargerîyê li şax, Endezyar Mufîd El-Ferwan, ji SANAyê re dîyar kir ku sazîyê dabînkirina tov ji bo cotkaran di demên çandinîyê de li xwe girtiye. Wî da zanîn ku şax nêzîkî 3750 ton tovê genim dabîn kiriye, û niha piştî derketina bihaya fermî ji Wezareta Çandinîyê, firotin ji bo cotkar û komeleyên cotkaran tê kirin.

Wî lê zêde kir: Cureyên ku niha berdest in Dûma 3, Şam 9, Şam 5 û Dûma 1 in, ji hemû cure û qonaxan. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku sazî bi berdewamî ji bo xizmetkirina cotkar û komeleyên cotkaran û dabînkirina pêdivîyên wan ên tov li gorî belgeya rêkxistina çandinîyê ya ku ji alîyê Rêveberîya Çandinîyê ya Derayê ve hatiye derxistin, kar dike.

Serokê Komeleya Cotkaran li bajarokê Ibte’, Mihemed El-Herîrî, anî ziman ku rêkarên firotina tov bi hêsanî dimeşin, û bang kir ku çareserîyên pratîkî ji bo mijara birîna fatûreyan werin dîtin, da ku barê çûnûhatina di navbera bajarên Dera û Izra’yê de li ser cotkaran sivik bibe.

Wî hêvîya xwe anî ziman ku sala bê bibe sala xêrê û sûdê be bo cotkaran, û beşdarî xurtkirina ewlehîya xurekê bibe. Her wiha tekezî li ser girîngîya jinûvenirxandina bihayê fermî yê tovê genim û pejirandina bihayê wî bi Lîreya Sûrî kir ji bo çareserkirina pirsgirêk û guherînên nirxê xerckirinê.

Plana hilberînê ya şaxê Pirkirina Tov li Derayê ji bo sala 2025-2026an, hilberîna 12 hezar ton tovê genim bi taybetmendîyên pîvanî yên bilind li xwe digire.

Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê nirxê firotina tovê genim ji bo cotkaran ji bo demsala çandinîyê ya 2025–2026an, bi nirxê 500 dolarên Amerîkî ji bo her tonekê dîyar kiribû.

Civînek li Siqêlbîyê li Gundewarê Hemayê Pirsgirêka Dawî Çareser Dike
Hêzên Îsraîla Dagîrker derbasî gundewarên Quneytirayê yên bakur û başûr dibin
Parêzgarên Dera û Quneytirayê Biryara Ragirtina Dibistanan Heta Demeke Nenas Dan
​Tundkirina berbendên axê ji bo parastina stasyonên ava vexwarinê li Reqayê
Qebewat li Kampa Heleb 2 bi Rêxistinên Navdewletî û Herêmî re Dicive
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Belavkirina Tovê GenimDeraSazîya Giştî ya Pirkirina Tov
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?