Şam-SANA
Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê bang li pispor û xebatkarên warê endezyarîya bijîşkî, li hundir û derveyî Sûrîyê kir ku beşdarî rapirsîya taybet a avakirina binkeyeke daneyan a niştimanî ya nûjenkirî ji bo ezmûnên endezyarîyê bibin, bi armanca rêkxistin û pêşxistina xebatên endezyarîyê.
Sendîkayê di giştînameyekê de ku SANAyê îro Yekşemê kopîyek jê wergirt, da zanîn ku ev rapirsî bi armanca dîyarkirina pisporî û ezmûnên zanistî û pîşeyî di warê endezyarîya bijîşkî de ye, ligel avakirina binkeyeke daneyan ku piştevanîya planên pêşxistin, nûkirin û perwerdekirinê di sektorên bijîşkî û endezyarîyê de dike.
Sendîkayê li dawîyê bang li endezyarên peywendîdar kir ku berî 6ê Hezîrana bê rapirsîyê tije bikin, û alîkarîya belavkirina vê bangewazîyê bikin da ku bigihîje hejmara herî zêde ya endezyaran. Her wiha destnîşan kir ku rapirsî bi rêya lînka jêrîn peyda dibe.