Şam – SANA
Dozgerê Giştî yê Şamê Dadwer Husam Xettab tekez kir ku darizandina sembolên rejîma hilweşîyayî gaveke nedîtî ya dîrokî ye, ew jî bi rêya dayîna derfeta şopandina rêkarên dadwerî bi awayekî eşkere û rastexwe, ku ev yek veguhertineke kokdar di rêça dadwerîya Sûrîyê de diçespîne.
Serokê Daîreya Ragihandinê li Wezareta Dadê, Beraa Ebdulrehman, zelal kir ku dadgeha eşkere armanc dike ku şefafîyet û çavdêrîya civakî xurt bike. Wî bal kişand ser amadebûna zêdetirî 30 dezgehên ragihandinê yên navxweyî û navneteweyî û bi dehan rojnamevanan ji bo misogerkirina zelalîyê û belgekirina hûrgilîyên rûdanan bi dirustî.
Ev gav bi daxuyanîya Wezîrê Dadê Mezher El-Weys a derbarê dadgeha eşkere de li hev dikin; ji bo xurtkirina lêpirsîn û dadwerîya veguhêz, û avakirina bawerîya Sûrîyan bi sazîyên dadwerî û çespandina nirxên şefafîyetê.