Şam-SANA
Bervanîya Sivîl a ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve hişyarîya xwe ji bo şênîyên li ser qiraxên çemê Firatê li her du parêzgehên Reqa û Dêrezorê nû kir, ku pêwîst e ji melevanîya di çemê Firatê de dûr bikevin, ji ber metirsî û leza herikîna avê.
Berevanîya Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê tekezî li ser girîngîya wergirtina rêkarên xweparastinê yên pêwîst ji bo parastina silametîya niştecihan, û pêdivîya çavdêrîkirina zarokan û pêşîgirtina li wan ku nêzîkî qiraxên çem bibin an dakevin nav avê, kir.
Her wiha bang li xelkê kir ku pabendî rênimayên ewlehîyê bin û ji deverên tirsnak li ser dirêjahîya herikîna çem dûr bikevin, nemaze li wan derên ku asta avê tê de diguhere yan leza herikînê lê zêde dibe.