Şam-SANA
Komîteya Lêkolînê ya Niştimanî ya li ser bûyerên Siwêdayê, ew nûçeyên ku behsa hebûna “sedemên tayifî” di mirina xortê bi navê Yarub Yûsif Me’tûq de dikin red kirin. Komîteyê tekez kir ku lêkolîn û belgeyên berdest nîşan didin ku bûyer tawankarî (cînayet) ye û bi egereke mezin encama xwekuştinê ye.
Berdevkê fermî yê komîteyê, parêzer Emar Izedîn di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku komîteyê doz bi girîngîyeke mezin şopandiye. Wî eşkere kir ku lêkolînên ku xwe dispêrin rapora bijîşkê dadî, wêne û belgeyên berdest, nîşan didin ku tu sedemên tayifî di vê bûyerê de nînin.
Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de, li ser platformên medyaya civakî agahîyên nakok derbarê mirina wî ciwanî de hatibûn belavkirin, ligel îdiayên hebûna sedemên tayifî. Ev yek bû sedem ku alîyên peywendîdar daxuyanîyeke zelalkirinê belav bikin da ku encamên seretayî yên lêkolînê bi raya giştî re parve bikin.