Dêrezor-SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ragihand ku 1050 ton ard şandine parêzgeha Dêrezorê, di çarçoveya rênimayên hikûmetê de yên bi armanca piştgirîkirina aramîya ewlehîya xurekê û misogerkirina berdewamîya karê nanpêjîyan û dabînkirina nan ji bo niştecihan.
Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê ji bo Karûbarên Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner Mahir Xelîl El-Hesen, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Înê dîyar kir ku ev pêngav di çarçoveya rênimayên piştgirîya lezgîn û yekser de tê, ji bo parastina berdewamîya xebata nanpêjgehan li parêzgehê.

Li gorî kanala wezaretê li ser Telegramê, El-Hesen da zanîn ku di çarçoveya bersivdayîna bilez de, rênimayên yekser hatin derxistin ji bo bidawîkirina bêhnvedana cejnê ji bo kadroyên ku di aşan de dixebitin, her weha bilindkirina amadebaşîya karkirinê û seferberkirina hemû şîyanên hilberînê ji bo xebata bi şev û roj.